Abdullah Söylemez
23 Gulan 2024•Rojanekirin: 28 Gulan 2024
Li Agiriyê bi helîna berfê û barana biharê ra siruşt bi xwe va hat û mozvanan berê xwe da zozanan. Mozvan ji bo ku hingivekî baş ji mozan hildin, dest bi mesaiya xwe ya 4-5 mehan kir.
Zozanên Agiriyê ji aliyê cureyên nebatan va dewlemend in. Ji dawiya demsala biharê pê va ji gelek herêmên welêt mozvan berê xwe didin zozanên Agiriyê. Herî zêde jî ji Herêma Behra Reş mozvan tên vî bajarî.
Mozvan zivistana xwe li herêmên germ derbas dikin, bi germbûna hewayê ra di meha gulanê da kewarên xwe li kamyonan bar dikin û tînin zozanên Agiriyê.
Mozvan kewarên xwe di nava mêrg û mezelan da li ber cew û robaran datînin û li ber kewaran jî konê xwe vedigirin. Mozvanan li van deran dest bi mesaiya xwe ya ku wê 4-5 mehan dewam bike, kir.
Mozvanan kewarên xwe kontrol kirin û kewarên şikestî temîr kirin û şev û roj dixebitin.
Moz di dawiya meha tebaxê da hingiv didin. Mozvan hingivên xwe difiroşin û dahatê bi dest dixin.
Li gorî agahiya ku ji Yekîtiya Hingivsaziyê ya Agiriyê hat sitandin, navê 360 hingivsaz bi nêzîka 31 kewarî li yekîtiyê tomarkirî ye. Tê nirxandin ku hilqa kewarên hingivsazên ku ji bajarên Deryaya Reş hatin zozanên Agiriyê jî hene.
- Flora baş e, li hêviya serdemeke bi bereket in
Hingivsazê Gîresunî Alî Agar ji nûçegihanê AAyê ra anî ziman ku îsal bi taybet meha gulanê gelekî baran barî, flora baş e û ew li hêviya serdemeke bi bereket in.
Agar destnîşan kir bi mebesta bi destanîna hingivê bi qalîte ew dûrî mala xwe dijîn û ji sala 1987an va hingivsaziyê dikin û got, "Ez bavê xwe yê rehmetî hînî vî pîşeyî bûm û berdewam im. Ez li her devera rojhilatê geriyam. Erzirom, Qers û 15 salên dawîn jî ez têm gundê Cumaçaya Agiriyê. Iqlîma vê derê, hewaya wê aroma û hingivê wê xweş e. Hingivê me yê heqîqî ye, em şekir bi kar naynin. Îsal barîn xweş bûn, şînayî baş e, înşelleh ewê hingivekî baş were."
Agar her wiha got ku hingivê vê derdorê bi qalîte ye û got, "Me dixwast em dev ji vî karî berdin, lê ew dev ji me bernade. Ji ber vê em didomînin. Hêviya me ew e înşelleh ewê baş be."