Abdullah Söylemez
08 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2025
Koçerên Bedlîsî yên hatine zozanên li Agiriyê di nav şert û mercên dijwar da pezên xwe diçêrînin û didoşin.
Li zozanên li Agiriyê havînê gelek koçerên ji deverên curbecur tên lê diêwirin.
Koçerên ji Tetwana navçeya Bedlîsê hatine Agiriyê bi şev û bi roj bi pezên xwe ra eleqedar dibin.
Mêrên hatine zozanan bi alîkariya zarokan şeveqê û êvarê 2 caran pêz didoşin. Jin jî şîrê tê dotin li ser kuçikan di sitîlan da dikelînin ji bo zivistanê penêr çêdikin û yan jî rûnê malê jê hildidin.
Ji koçeran Adnan Ok daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku şeveqê û êvarê li zozanan bi sedan mihî didoşin û got ku di pey ra jî piştî bêriyê şivan pêz dibin diçêrînin.
Ji şivanan Mehmet Reşît Turk destnîşan kir him pêz diçêrîne û him jî di dotina pêz da alîkariya malbara xwe dike.