Jiyan

Li Midyatê aşûre li welatiyan hat belavkirin

Selahattin Erol  | 08.07.2025 - Rojanekırın : 09.07.2025
Li Midyatê aşûre li welatiyan hat belavkirin

Mardin

Li Midyata navçeya Mêrdînê bi minasebeta meha muharremê li welatiyan aşûre hat belavkirin.

Çalakî ji aliyê Şaredariya Midyatê va hat lidarxistin, li ber Parka Recep Tayyip Erdogan, li pêş Sûka Quyimciyan û li pêş Baxçeyê Milet stand hatin danîn û li welatiyan aşûre hat belavkirin.

Alîkarên Serokên Şaredariyê Masum Cengiz û Ridvan Akyol, Seroka Şaxa Jinan ya Navçeyê ya AK Partiyê Muazzez Acar û Serokê Şaxa Ciwanan Mert Cesur Tural beşdarî çalakiyê bûn, li welatiyan aşûre belav kirin.

Cengiz got ku bi minasebeta meha muharremê li welatiyan aşûre hat belavkirin û wiha dewam kir:

"Ev meh meheke wisa ye ku hestên bihevrabûnê bihêztir dike. Meheke taybet e. Hêviya min ew e ku ev meh tenduristî, hizûr û bereketê bîne welatê me û alema Îslamê."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın