Li Mûşê tebîethez eleqeyeke mezin nîşanî Gola Xamirpêtê didin
Gola Xamirpêtê 90 kîlometre dûrî navenda Mûşê ye û bi av û tebîeta xwe bal û dêna geştiyaran dikişîne.

Muş
Di kelekel û germa havînê da tebîethez berê xwe didin Gola Xamirpêtê ya li Gimgima (Varto) navçeya Mûşê ku li devereke 2 hezar û 200 mêtro bilind e.
Gola Xamirpêtê 90 kîlometre dûrî navenda bajêr e û bi av û tebîeta xwe bal û dêna geştiyaran dikişîne.
Li derdora Gola Xamirpêtê gelek teyr û tilûr jî hêlîna xwe çêdikin.
Di serkêşiya Komeleya Genç Adimlarê da ji 50 pîşeyên curber tebîethez û geştiyar li derdora golê derketin ger û geştê.
Waliyê Mûşê Avnî Çakir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Gola Xamirpêtê him bi tebîeta xwe û him jî ji hêla jeolojîk û ekolojîk va dereke girîng e û got ku em hewl didin ku Gola Xamirpêtê û herêmê bi layiqî bidin nasandin.
Serokê Komeleya Genç Adimlarê Sedat Ozcan diyar kir ku ji bo nasandina Mûşê li herêmên cuda çalakiyên bi vî rengî li dar dixin.
Ji siruşthezan Zeynep Zumra Yarçinê diyar kir ku li Gola Xamirpêtê gereke xweş kirine û got ku em bi qasî 5 kîlometreyan meşiyan û bi gera li derdora golê me kêfeke xweş kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.