Jiyan

Li Wanê xebatên paqijkirina berfê dewam dikin

Bahar Tanrıtanır  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Li Wanê xebatên paqijkirina berfê dewam dikin

Van

 Ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji bo vekirina rêya 12 cih û warên ku berfa pêr girtibû, xebatên xwe didomînin.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin hat dayîn, ekîbên berfê yên Serokatiya Daîreya Çêkirin, Temîrkirin û Kontrola Rêyan ji bo vekirina rêyên herêmên gundewar ku berfê girtin, xebat da destpêkirin.

Li tevahiya bajêr berfê rêya 90 cih û waran girt û ekîban rêya 78 cih û waran vekir û ji bo vekirina rêya 12 tax û mezreyan jî xebatan didomînin.

Ekîban li navçeya Gevaşê rêya taxên ser Daldere û Înkoyê paqij kirin û li hin deveran jî xebatên firehkirina rêyan didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın