Li Qers, Erdexan û Agiriyê hewaya sar dewam dike
Kars
Li Qers, Erdexan û Agiriyê hewaya sar bandoreke neyînî li jiyanê dike.
Li Qersa ku germahiya hewayê di binê sifirê da daketiye 15 pileyan li ser dar û beran qiravî çêbû û golên avê yên biçûk qeşa girt.
Li navçeya Sariqamîşê ku hewaya sar dewam dike, dar û beran qiravî girt û li ser banên avahiyan jî şembelûk çêbûn.
Paceyên mal û wesayîtan, kaniyên li derva qeşa girtin, rûyê çeman jî qerisî. Welatiyan betanî avêtin ser wesayîtên xwe ku ji sermayê biparêzin.
Ji welatiyan Sunay Çelîk daxuyand ku hewa pir sar e û ew cilikan davêjin ser wesayîtên xwe û wiha got: "Em pileyên di binê sifirê da 13-15 ne dibînin. Xwedê bibe alîkarê me, bi rastî jî pir sar e."
Li Erdexanê jî bandora hewaya sar dewam dike. Germahiya hewayê ya bi şev di binê sifirê da heta 19 pileyan kêm bû.
Li navçeya Goleyê mij û qiravî çêbû.
Li Agiriya ku çiya bi berfê nixûmîne jî hewaya sar bandorê li jiyanê dike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
