Li Agiriyê Bendava Derecikê qeşa girt
Ağrı
Li Taşliçaya navçeya Agiriyê Bendava Derecikê ku îsal dest bi hilgirtina avê kir, bi bandora serma û seqemê rûberê wê qeşa girt.
Asta ava bendavê ku îsal ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya 8emîn a Karûbarên Avê ya Dewletê (DSÎ) va ji bo avdana erdên çandiniyê yên herêmê hate temamkirin, roj bi roj bilind dibe.
Bendava li jora gundê Yukari Tokluyê ji ber sir û sermaya zêde cemidî.
Bendava bi çiyayên biberf dorpêçkirî ye, dîmenekî xweşik derdixe holê. Rûyê wê yê qeşagirtî bi droneyê hat kişandin.
Nimet Karahanê Muxtarê gundê Yukari Tokluyê ji nûçegihanê AAyê ra got ku xebitandina bendavê dê hilberîn û curbecurbûna berheman ya di çandiniyê da zêde bike.
Karahan diyar kir ku dê erdên çandiniyê bigihêjin avê û wiha pê da çû:
"Bendavê îsal dest bi hilgirtina avê kir. Dîmenê bendavê jî pir xweşik e. Ev der dibe ku ji bo geştiyariya zivistanê jî were pêşxistin. Di havînê da jixwe xwedî bedewiyeke hêja ye. Em dixwazin ku hezkiriyên siruştê û geştiyar werin vir. Ev der bi qasî 10 kîlometreyan dûrî navenda navçeyê ye. Erd gihîşt avê û av jî gihîşt erdê. Ev bendav ji bo çandiniyê xizmeteke pir baş e. Em spasiya rayedarên dewleta xwe dikin û li bendê ne ku berdewamiya wê hebe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
