Têlefona Rojîn Kabaîşê ji bo lêkolînê şandin Îspanyayê
Van
Di çarçoveya lêpirsîna der heqê mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê da ya ku par di 27ê Îlonê da wenda bûbû û di 15ê Cotmehê da termê wê li qeraxê Gola Wanê hatibû dîtin, têlefona wê ji bo lêkolînê radestî rayedarên li Îspanyayê kirin.
Ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna der heqê mirina Kabaîşa xwendekara Beşa Mamostetiya Pêşdibistanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê da berdewam e.
Di çarçoveya lêpirsînê da bi hewldanên Wezareta Edaletê, têlefona Kabaîşê ji bo lêkolînê ji bo Îspanyayê hat şandin.
Piştî ku Wezareta Edaletê ya Îspanyayê daxwaza Tirkiyeyê qebûl kir, peywirdarên Serdozgeriya Komarê ya Wanê, têlefona Kabaîşê ji bo lêkolînê bir û li Îspanyayê radestî rayedaran kir.
- Bûyer
Li Wanê ji 27ê Îlona 2024an û pê va xeber ji Rojîn Kabaîşa 21 salî ya xwendekara Beşa Mamostetiya Pêşdibistanê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê nehatibû sitandin û termê wê di 15ê Cotmeha 2024an da li Taxa Mollakasimê ya navçeya Tuşbayê li qeraxê Gola Wanê hatibû dîtin.
Termê Kabaîşê di 16ê Cotmehê da li Diyarbekirê bi axê hatibû spartin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
