Jiyan

Ji bo zêdekirina berhemdariya hingivê Bîngolê xebat dê bê kirin

Walî Ahmet Hamdi Usta: "Bi vê xebatê va em dixwazin ku 178 hezar kewar bi awayê herî berhemdar bi kêrî hilberînê were"

Emre Ağaçe  | 18.12.2025 - Rojanekırın : 18.12.2025
Ji bo zêdekirina berhemdariya hingivê Bîngolê xebat dê bê kirin Emre Ağaçe

Bingöl

 Ji bo zêdekirina berhemdariya serê kewarê ya hingivê Bîngolê lêkolîn dê bê kirin ku yekemîn hingivê Tirkiyeyê ye ku di nezdê Yekîtiya Ewropayê (YE) da bi işareta coxrafî hat tescilkirin.

Di merasima li Hola Civînê ya Walîtiya Bîngolê da di navbera Ajansa Pêşketina Firatê û Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê da bi warê projeya "Li Bîngolê Sedemên Kêmbûna Berhemdariya Serê Kewarê ya Mozvaniyê û Nexşerêya Çareseriyê" peymana piştgiriya teknîkî hat îmzekirin.

Li ser navê Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, Walî Ahmet Hamdi Usta û her wiha Mehmet Şirin Budancamanakê Sekreterê Giştî yê Ajansa Pêşketina Firatê peyman îmze kir.

Walî Usta li vir axivî û diyar kir ku di warê hilberîna hingiv da Bîngol ji parêzgehên sereke yên Tirkiyeyê ye.

Usta bal kişand ku li parêzgehê derdora 178 hezar kewar û 1350 hilberîner hene û wiha dewam kir, "Ji bo sala 2026an hedefa me hilberîna 2 hezar tonî hingiv e. Hingivê Bîngolê hem li welêt û hem jî di nezdê Yekîtiya Ewropayê da tescilkirî ye û di marketên zincîreyî yên li tevahiya Tirkiyeyê da cihê xwe girtiye."

Usta der heqê bikêrhatina peymanê di warê hilberîna hingiv da jî axivî:

"Bi vê xebatê va em dixwazin ku 178 hezar kewar bi awayê herî berhemdar bi kêrî hilberînê were. Bi piştgiriya teknîkî ya Ajansa Pêşketina Firatê û her wiha bi piştgiriya akademîk a zanîngeha me va ji hêla flora, teknîkên hilberînê, perwerde û sepanê va rewşa heyî dê bê analîzkirin û hêzên xurt û yên divê bên xurtkirin dê bên tesbîtkirin."

Usta her wisa spasiya hemû dem û dezgehên ku tevkariya projeyê dikin kir.

Prof. Dr. Erdal Çelikê Rektorê Zanîngeha Bîngolê, Mehmet Fatih Aktayê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Parêzgehê û Mehmet Ali Abayê Serokê Yekîtiya Xwedîkerên Mozan a Bîngolê beşdarî merasimê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın