Jiyan

Li Şirnexê xwendekarên beşa mobîlyayê piştgiriya ardûyê dan welatiyan

Mehmet Demirhan  | 19.12.2025 - Rojanekırın : 19.12.2025
Li Şirnexê xwendekarên beşa mobîlyayê piştgiriya ardûyê dan welatiyan Mehmet Demirhan

Şırnak

 Li Sîlopiya navçeya Şirnexê xwendekarên Beşa Teknolojî û Mobîlyayê ya Lîseya Anadoluyê ya Teknik û Pîşeyî melzemeyên ji birîna mobîlyayê zêde man berhev kirin û wek ardû li malbatên hewcedar belav kirin.

Di projeya berpirsyariyê ya ku ji hêla birêvebiriya dibistanê va tê tetbîqkirin da melzemeyên zêde û yên ku êdî nayên emilandin û ji çêkirina mobîlyayên ku wek ders didin zarokan mane, hatin berhevkirin.

Melzemeyên hatin berhevkirin ji bo ku di sobe û tendûran da bên şewitandin wek 20 çewal ardû dan 20 malbatên hewcedar.

Midûrê Dibistanê Hakki Kaya got ku di beşa mobîlya û teknolojiyê da her sal xebatên bi vî rengî tên kirin, îsal jî melzemeyên ku ji çêkirina mobîlyayan zêde mane ji bo ku di sobe û tendûran da bişewîtinin li malbatên hewcedar tên belavkirin.

Kaya got ku "Armanca me ya sereke ew e ku bi zarokên me ra berpirsyariya civakî çêbe. Di heman demê da em armanc dikin ku bi zarokên me ra hişmendiya paşda guherînê û xêrxwazî çêbe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.