İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2020•Rojanekirin: 30 Mijdar 2020
Li Başkaleya navçeya Wanê berfê navenda navçeyê spîçîl kir û ekîbên şaredariyê berf avêt.
Li navçeyê berfê serê sibê dayê û jiyan kir tengasiyê.
Li navçeyê 5 santêm berf barî û welatiyên ku berf ji nişka va ser wan da barî û şofêran tengasî kişand.
Ekîbên şaredariyê ji bo ku tiştekî neyênî çênebe, berfa navenda navçeyê û ya navbera bajaran verot, peyarê paqij kirin. Esnafan jî berfa ber deriyê xwe avêt.
Esnaf Hecî Îbrahîm Aydin diyar kir ku berfa ewil a demsalê barî û wiha dewam kir: "Li welatê me, zivistanê êdî xwe da hîskirin. Li vê derê serma 8 mehan dikşîne. Xwedê alîkarê me be."
Serokê koperatîfa minîbusan Kerem Karaman jî diyar kir, bi saya tevdîrên ku hatin hildan, di çûyîn û hatinê da tengasî çênebû û wesayîtan rêwî birin û anîn.