İbrahim Atmaca
29 Mijdar 2020•Rojanekirin: 30 Mijdar 2020
Li Elezîzê 102 mihên ku winda bûbûn, piştî lêgerîna 8 saetan a ekîbên cendirmeyan hatin dîtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, E.Dyê ku li beldeya Yurtbaşiyê heywandariyê dike, serê sibê wexta ku teseliya gomê kir, lê nihêrî ku pez tê da nîne û cab da Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Elezîzê.
Ekîban li ser îhtimala ku heywan dizîne an jî winda bûne, li derdorê bi droneyê va xebatên lêgerînê da destpêkirin.
Piştî xebata 8 saetan 102 mihên winda, 10 kîlomêtre dûrî gomê li devera çiyayî hatin dîtin û ekîban mih teslîmî xwediyê wan kir.
E.D bi dîtina heywanên xwe şa bû û spasiya cendirmeyan kir.