Önder Beyter
29 Mijdar 2020•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahî hetanî 10 pileyan daket binê sifirê.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe ewrayî û cih cihan jî pir ewrayî be. Her wisa destê sibehê jî digel cemed û hişkiyê, cih cihan jî bûsî dê çêbe.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Erzinganê 3, li Îdirê 4, li Erziromê 7, li Agiriyê 8, li Qersê 9 û li Erdexanê jî 10 pile hat pîvan.
Her wisa bi şev germahiya herî nizim a hewayê bi 15 pile bin sifirê va li Goleya navçeya Erdexanêhat pîvan ku ev pile, pileya herî nizim a germahiyê ya li herêmê ye.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzinganê 11, li Agiriyê 8, li Erdexan û Erziromê 6 û li Qersê jî 5 pile be.
Ji ber ku tê texmînkirin li herêmê destê sibehê cemed û hişkî dê çêbe, ajokar di serî da welatî û peywirdar divê baldar û bitedbîr bin.