Emre Ilıkan
17 Adar 2026•Rojanekirin: 18 Adar 2026
Li Wanê di demên dawî da berf û barana ku barî, rêjeya tijîbûnê ya bendavên ku havînê ava wan gelekî kêm bûbû, zêde kir.
Bi barana biharê û vehelîna berfa ser çil û çiyan va rêjeya ava bendavên Koçkopru, Sarimehmet, Zernek û Morgedîkê nîvendî derket ji sedî 34an.
Digel avdêriya çandiniyê vejen jî ji bendavan tê hilberîn û tê payîn ku rêjeya tijîbûna bendavan di çend mehên pêş da ji sedî 80yî derbas bibe.
Parlamenterê Wanê yê AK Partiyê Kayhan Turkmenoglu li navçeya Gurpinarê ser Bendava Zernekê tedqîqat kir û ji Midûrê Herêma 17emîn a Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) Cîhan Aksoy agahî hilda.
Turkmenoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku Wan ji bo çandinî û heywandariyê bajarekî girîng e.
Turkmenoglu daxuyand, ew îsal li bendê ne ku di îsal di çandiniyê da xêr û bereket zêde bibe.
Midûrê Herêma 17emîn a DSÎyê Aksoy jî got ku li gorî par îsal berf zêde ket.