Li Erziromê otomobîl û pîqab li hev qelibîn, kesek mir
Erzurum
Li Erziromê otomobîl û pîqab li hev qelibîn û di encamê da kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Pîqaba plaqe 25 LH 908 a Mehmet Lutfu O. diajot û otomobîla plaqe 25 AEZ 343 ya Şahin A. diajot li ser rêbejaya Pasînlerê li tanga Leşkergeha Saîm Tuna li hev qelibîn.
Bi tesîra qezayê pîqab welgeriya ser refujê.
Li ser îxbarê ekîbên polês û tenduristiyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Tevî ajokaran, Oguzhan Aktepeyê di otomobîlê da yên ku birîndar bûn bi destê ekîbên tenduristiyê bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Ji birîndaran Oguzhan Aktepe digel midaxeleyê xilas nebû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
