Jiyan

Li Diyarbekirê dîmenê avahiyên ku dîroka wan heta 2 hezar û 400 sal berê diçe û di binê avê da mane, hat kişandin

Ömer Yasin Ergin  | 17.03.2026 - Rojanekırın : 17.03.2026
Li Diyarbekirê dîmenê avahiyên ku dîroka wan heta 2 hezar û 400 sal berê diçe û di binê avê da mane, hat kişandin

Diyarbakir

 Li Egîla navçeya Diyarbekirê dîmenê avahiyên ku dîroka wan heta 2 hezar û 400 sal berê diçe û di binê avê da mane, hat kişandin.

Egîla ku 52 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û ji dewrên kevnare heta roja îro mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye, bi nirxên xwe yên bawerî, siruşt û çandî va rastî eleqeyê tê.

Li navçeyê çêkirina Gola Bendava Dîcleyê di sala 1986an da dest pê kir û di sala 1997an da kuta bû. Bi kutabûnê ra pêşiya bendavê hat girtin û av tê da golî bû. Piraniya ava vexwarin û xebitandinê ji vê bendavê tê. Digel vê yekê di binê avê da avahiyên dîrokî jî balê dikişînin.

Ji bo ku qebrên Hz. Zulkîfl û Hz. Elyesa di binê ava Gola Bendavê ya Dîcleyê da nemînin, di sala 1995an da barî Girê Nebî Harûn kirin, lê hin gorên nava zinaran, mizgeft, medrese û hemam hê di binê avê da ne.

Ekîbên Lêgerîn û Xelaskirinê ya Binê Avê ya Fermandariya Cendirmeya Bajêr (SAK) ji bo perwerdeyê noqî binê avê bûn û dîmena avahiyên binê avê kişandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.