Li Wan, Bidlîs û Mûşê berf ket
Van
Li Wan, Bidlîs û Mûşê ji ber ketina berfê di çûyîn û hatinê da tengasî derket.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat dayîn, berfê li navçeyên Başkala, Bahçesaray (Miks), Çatak, Edremît, Îpekyolu, Gevaşê rêya 90 cî û waran girt.
Di kordîneya Daîreya Çêkirin û Temîrkirina Rê, Daîreya Karên Fenê û Daîreya Parq û Baxçeyan da bi 240 wesayît û 600 personelî va xebatên vekirina rêyan dest pê kirin.
Ekîban peyarê û kuçe paqij kirin, ji bo vekirina rêyan xebatan didomînin.
Ekîbên Midûriya Herêma 11emîn a Rêbejan jî li ser rêya Wan û Hekariyê berfa Dirba Kurubaşê avêtin û paqijî kirin.
Li navçeya Edremîtê ku qalindahiya berfê ji 20 santêmî derbas bû jî xaniyên yek qatî, wesayît û dar û ber di binê berfê da man.
Welatî dema hişyar bûn, dîtin ku berf ketiye û berfa pêşiya kargehên xwe û ser wesayîtên xwe avêtin.
Li navçeya Erdîşê piştî ketina berfê dar û ber û qeraxê Gola Wanê spî bûn, li navçeya Miksê jî rêncberan dirûnge danî ser berfê û alif dan heywanên xwe.
- Bidlîs û Mûş
Navenda bajarê Bidlîsê û li navçeya wê ya Hîzanê piştî sermayê berf ket.
Bi ketina berfê ra niştewar û deverên bilind spî bûn.
Ji bo ku di çûyîn û hatinê da tengasî çênebe, ekîbên şaredarî û rêbejan hatin amadekirin.
Li Milazgira navçeya Mûşê jî welatî dema hişyar bûn, dît ku berf ketiye.
Ekîbên şaredariyê li navçeyê peyarê û kuçe paqij kirin û berf hê dibare.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
