Jiyan

Beyrana şifadar ji ser sifreyên zivistanê kêm nabe

Beyza Nur Eryılmaz  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 20.12.2025
Beyrana şifadar ji ser sifreyên zivistanê kêm nabe Adsız Günebakan

Gaziantep

Bajarê Gazîentabê ku di şaxê gastronomiyê da UNESCOyê ew li "Tora Bajarên Aferîner" zêde kiriye, bi şorbeya xwe ya beyranê jî derdikeve pêş.

Beyrana tescîldar ku bi teknîka çêkirina xwe û bi melzemeyên tê da şifadar e û ji ser sifreyên zivistanê kêm nabe.

Beyrana ku di lîsteya "100 Şorbeyên Herî Baş ên Cîhanê" da li ser platforma "TasteAtlas" a ku agahiyên li ser berhemên gastronomîk ên ji erdnîgariyên cuda dide, di rêza duyemîn da ye, bi sedsalan e li herêmê wekî gencîneyeke taybetmendiyên şifayê tê zanîn.

Beyran, xwarinek e ku ji goştê berxê yê li ser agirê gur tê pijandin, birinc, pir sîr û biharatan tê çêkirin û berê bi xwarina serê sibê navdar bû, lê niha di her danê rojê da tê tercîhkirin.

Beyran bi pijandina birinc û goştê ku di beroşên mezin da bi qasî 12 saetan tê kelandin va tê çêkirin. Dû ra îsotê hêrandî lê tê kirin. Piştî ku çend deqîqeyan li ser agirê gur tê pijandin, li gorî tercîha mişterî bi tûj, navîn tûj, hinekî tûj an jî bi sîr tê servîskirin.

Beyrana ku hem wekî şorbe û hem jî wekî xwarineke sereke tê hesibandin, bi taybetî di hewaya sar da, di nav xwarinên herî zêde tên xwarin ên metbexa Gazîentabê da ye.

- Çar demsalan li ser sifrê ye

Aşpêjê Beyranê Ahmet Çadir got, "Berê Beyran bêtir di mehên zivistan û biharê da dihat xwarin. Lê îro di tevahiya 12 mehên salê da tê xwarin. Şêniyên Gazîentabê berê tenê serê sibehan dixwarin, lê niha ew di her danê rojê da, sibeh û êvarê dixwin. Ji ber avhewaya hişk a Gazîentabê, beyran xwarineke giring e ji bo zêdekirina berxwedana laş û bidestxistina antîbiyotîk û vîtamîna C, Ez dikarim bê mubalexe bibêjim ku li Gazîentabê teqez her hefte beyran tê xwarin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın