Ji qozelaqên çamê yên ku ji daristanên Uludagê têne berhevkirin doşavê çêdikin
Bursa
Jinên gundên navçeya Kelesa ser bi Bursayê ku dikeve başûrê quntara Uludagê, ji qozelaqên çamê yên ku hevjînên wan ji daristanên Uludagê berhev dikin, doşavê çêdikin.
Di çarçoveya projeya Reveberiya Giştî ya Daristanan û Serokatiya Daîreya Têkiliyên Gundan (ORKOY) da, bi mebesta geşepêdana gundewarên daristanî, curbicurkirina dahat, hêzdarkirina aboriya xelkê wan herêman, piştevaniyê dide.
Di vê çarçoveyê da, 23 jinên ji taxa gundewar Kocakovacika ser bi navçeya Kelesê ji projeya ORKOY pişt wergirtin û ji darên çamê yên herêmê doşavê çêdikin.
Jinên ku di çarçoveya projeya ORKOYê da ji sedî 20ê wê hîbe yê mayî jî bi dayina bê faîz bi giştî milyonek û 610 hezar lîre sitandin, ji qozelaqên çamê yên ku hevjînên wan ji daristanên Uludagê berhev dikin, doşavê çêdikin.
Jin bi firotina doşava çaman li bazarên gundan û pergala serhêl dahatê qezenc dikin.
Rêveberê Daristanan yê Herêma Bursayê Erdal Şahan ji nûçegihanê AAyê ra got ku di sala 2025an da li Bursayê ji bo 16 projeyan bi tevahî zêdetirî 100 milyon lîreyî piştgirî hatiye dayîn.
Şahan diyar kir ku ji bo hilberîna doşava çaman milyonek û 610 hezar lîre piştgirî ji 23 jinan ra hatiye dayîn û wiha dewam kir:
"Bi boneya ku Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan sala 2025an wekî 'Sala Malbatê' îlan kir, me weke Rêveberiya Herêmî, projeyên xwe cûrbecûr kirin. Sala 2025an bû sala yekemînan. Ji bo cara yekem Rêveberiya Herêmî ya me, ji bo projeyên hûrkirina silkan, birîna rişta, zuwakirina fêkiyan, makîneyên daweşandina zeytûnan, alavên ji bo hilberîna doşava qozaleqê çaman, mekîneya hevîrkirinê, firneyên kevirî yên mobîl û makîneyên çandiniyê, jê 560 lîre weke hîbe, bo 40 jinan, 2 milyon 700 hezar Lîre piştgirî hat dayîn. Yê mayî jî bi dayina bê faîz di nava 3 salan da wê bê dayin. Kesên ku dixwazin krediyê bistînin, divê bi rêya muxtarê taxa xwe daxwaznameyekê pêşkêşî rêveberiya kargêriya daristanên herêmî bikin. Piştra rêveberiya kargêriya daristanan dê wan daxwazan sala bê binirxîne."
