Jiyan

Li Hekariyê pirsa ava vexwarinê bi projeyên nû tên çareserkirin

Sayim Harmancı  | 16.12.2025 - Rojanekırın : 16.12.2025
Li Hekariyê pirsa ava vexwarinê bi projeyên nû tên çareserkirin Sayim Harmancı

Hakkari

 Li Hekariyê pirsa ava vexwarinê bi projeyên nû tên çareserkirin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêka li bajêr, armanc ew e ku bi 6 bîrên ku nû hatine kolandin û projeyên ava vexwarinê, paqijkirinê û bendavên bin erdê yên ku îhaleyên wan hatine dayîn, di saniyeyê da 500 lître av bê veguhastin.

Li Hekariya ku di salên dawî da pirsa avê ya ji ber guherîna avhewayê û kêmiya baranê, hewl tê dayîn ku gel bênavber bigihêje ava vexwarinê.

Di vê çarçoveyê da di çarçoveya xebatên sondajê yên ku di bin serokatiya Şaredariya Hekariyê da li 6 xalên li gundê Otlucayê hatin kirin da, kaniyeke ava ku bi tevahî 120 lître di saniyeyê da diherike hat dîtin û avbi tora avê ya bajêr va hat girêdan.

Rêveberiya Giştî ya Karûbarê Avê ya Dewletê (DSÎ) jî haleyên Ava Vexwarinê ya Geliyê Helîlê, Tesîsa Parzinandinê ya Otlucayê û Bendava Binerdê temam kir.

Ji bo pêkanîna projeyan, xebatên çêkirina rê û dîwarên kevirî yên ku ji aliyê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê va li ser rêya 3,5 kîlometreyî ya li Geliyê Helîlê ku ji zinaran û kanyonên bilind pêk tê, hatine kirin, bi piranî qediyane.

Armanc ew e ku piştî ku xebat biqedin, bi wergirtina nîv ton av di saniyeyê da ji van çavkaniyan, ji bo bajêr bênavber ava vexwarinê were dabînkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın