Sidar Can Eren
19 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2024
Li Tunceliyê li serê çiyayên bilind berf barî.
Li bajêr hewa sar bû û li navçeyên Ovacix û Pilûmirê li deverên bilind berf barî.
Ji ber berfê serê çiyayên Munzur, Mercan, Silbûs û Hêlê sipî kirin.
Bi hatina payîzê ra dar û berên li daristanan jî bi rengên payîzê xemilîn.
Wênegir û tebîethezan jî berê xwe dan herêmê û wêne kişandin.