Türkan Tosun
23 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Li Zaraya navçeya Sêwasê hespa ku golikê dimijîne mirovan şaş û metel dihêle.
Li Zozanê Olukluyê ya li Taxa Yayikozuyê hespa mixtarê gund Abdullah Solak 15 roj e golika ku maka wê tune dimêjîne.
Abdullah Solak ji nûçegihanê AAyê ra got dema golik 40 rojî bû li zozanê guran êrîşî çêlekê kir û ew telef bû.
Solak got hespa wî ya bi navê "Aktolgali" li golikê xwedî derket û wiha axivî: "Golik birçî ye, şîrê hespê jî heye. Hespê cehniya xwe nû ji şîrevekir hesta wê yê maktiyê heye. Me rojekê nihêrî golik hespê dimêje. Sibê û êvarê hema hema her roj qasî nîv saetê golikê dimêjîne. 15 roj e ji golikê ra maktiyê dike. Şîrê hespê ne zêde ye, lê ji golikê ra xwedîtiyê dike. Ji bilî şîr em alif û xwarina din jî didin golikê."