Haydar Şahin
15 Mijdar 2018•Rojanekirin: 15 Mijdar 2018
SİVAS
Li Îmranliya navçeya Sêwasê wesayîta eskerî welgeriya û 5 esker di qezayê da birîndar bûn.
Wesayîta eskerî ya bi pîlaqeya 58 JAA 198 a ku A.A.yê (24) diçû wezifeyê diajot ji ber berfa barî li ser rêbeja Sêwas-Erzincanê ya li tanga Îmranliyê şiqitî û welgeriya.
Ajokar A.A. û K.K. (25), S.D. (27), M.R.U. (35) û M.G. (23) yên di wesayîtê da bûn birîndar ketin.
Piştî midaxeleya ekîbên Serwîsa Acil a 112ê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îmranliyê.