03 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Adar 2016
SÎVAS
Li Sêwasê betaniyeya ceyranê şewitî, agirê wê çar aliyê malê da ber xwe, pîrek û 2 neviyên wê mirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan di daîreya A Bloka Sîteya Îmam Evlerî ya 44emîn kuçeya li taxa Mehmet Akîf Ersoyê de ye malbata Altûna ji 5 kesan pêk dihat dima. Fatma Altun (93) û neviyê wê Muhammed Huseyînê 6 salî betaniyeya ceyranê pêxistin û ketin xewê.
Ji ber sedemeka ku hêj nayê zanîn agir bi betaniyeya ceyranê ket û şewitî. Mêvanên ku dîtin ji malê alavên agir radibin xeber dan tîma agirkujiyê û di wê demê de hin cîranan jî xwest ku kesên di malê de ne derbixin derve.
Bi hewldana cîranan dayik Zelîha û bav Îlyas Altûn ji malê hatin derxistin. Di vê navberê de dayik Zelîhaya ku zarokên wê di hundir de man ji bo xilaskirina wan careke din kete hundir û ji ber duyê agir ji ser xwe çû.
Zeynep Altûna 4 salî ya ku li ba dê û bavê xwe radiza jî ji ber dû jehrî bû û li Nexweşxaneya Lêlokîn û Sepandina Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Cûmhûriyetê tevlî hemû mudaxeleyan bi ser xwe de nehat û can da.