22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
SÎVAS
Li Zaraya navçeya Sêwasê kifkarîkeke 3 kîloyî hat dîtin, kesên ku kifkarîkê dibînin şaş û metel dimînin.
Mixtarê Yaraxila gundê Zarayê Huseyîn Yuksel got ji bo ku kifkarîkan top bikin çûne goma Gulelî ya li ser rêya Dîvrîxiyê û li wê derê kifkarîkeke 3 kîloyî dîtine.
Yuksek diyar kir ku kifkarîk hildane û anîne gund û wiha axivî: "Me kişand tam 3 kîlo hat. Ev cara ewil e ku em kifkarîkeke ewqasî mezin û giran dibînin. Kî vê kifkarîkê bibîne ew ê şaş û metel bimîne. Em di înternetê da lê geriyan û me dît ku ji van kifkarîkan ra dibêjin kifkarîka çerîş. Tê gotin ku li aliyê Denizliyê hene û yên wan ên herî mezin jî 4 kîlo nîv tên. Li vê derê cara ewil e ku em dibînin."
Yuksel got ditirsin ku kifkarîkê bixwin û dixwazin ku ji bo li ser lêkolîn bê kirin bigihînin wezîfedaran.