Türkan Tosun
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Li Mûşê ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovid-19) li mizgeftan navber hatibû dayîn, lê îro cara ewil li mizgeftan nimêja sibê hat kirin.
Piştî ku Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş daxuyand ku li mizgeftan êrî her wextê nimêj dikare bê kirin li Mûşê jî ji bo Kovîd-19ê tevdîr hatin hildan ku nimêja sibê bê kirin.
Ji ber tevdîrên Kovîd-19ê li mizgeftan navbera ku hatibû dayîn îro qediya û nimêja sibê ya ewil li Mizgefta Mezin a dîrokî hat kirin.
Welatiyên hatin mizgeftê li dûrî hevdu sekinîn û wisa nimêj kirin.