Jiyan

Li Tabyeyên Ezîziyeyê ku bi berfê xemiliye bi siwariya hespan demên xweş derbas dikin

Talha Koca  | 11.02.2026 - Rojanekırın : 12.02.2026
Li Tabyeyên Ezîziyeyê ku bi berfê xemiliye bi siwariya hespan demên xweş derbas dikin

Erzurum

 Li Erziromê li Tabyeyên Ezîziyeyê ku bi berfê xemiliye bi siwariya hespan demên xweş derbas dikin.

Piştî barîna berfa zêde ya li bajêr, Tabyeyên Ezîziyeyê ku ji aliyê siltanên Osmanî yên wê demê va ji bo parastina gel û bajêr hatine çêkirin û wekî şahidê Şerê Rûs-Tirkiyê yê "Herba 98an" e, bi berfê xemilîn.

Welatiyên ku ji çêwlika li Parka Neteweyî ya Dîrokî ya Nene Xatûnê ku 4 kîlometre dûrî navenda bajêr e û mezelê Nene Xatûnê jî lê heye, hespan kirê dikin, li dora cihê dîrokî yê bi berf xemiliye, hespan dibezînin.

Yaren Koça parêzera ji Erdexanê ji nûçegihanê AAyê re got ku bi siwarbûna hespan li dora avahiya dîrokî kêfxweş bûye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın