İbrahim Atmaca
22 Gulan 2019•Rojanekirin: 23 Gulan 2019
Li Ovacika navçeya Tunceliyê hespên ku zivistanê di tewleyan da tên xwedîkirin û biharê berdidin çolê, rastî eleqeyê tê.
Li gund û zozanên ser navçeyê kesên ku pez xwedî dikin, dema ku dertên zozanê an jî ji zozanê bar tînin van hespan dixebitînin û zivistanê jî hespan xwedî dikin û derbiharê piştî helîna berfê berdidin çolê.
Hesp demeke dirêj ji xwe ra digerin, diçêrin û bi şev jî li çolê derbas dikin. Dema ku welatî di dema hezîranê da dertên zozanê, bar bi van hespan derdixin.

Hesp havînê dixebitin û ji erzaq dibin zozanê yan jî ji zozanê penêr tînin gund.
Beriya ku seba koçê werin xebitandin ji xwe ra wek bir li rastên çiyayên Munzurê diçêrin, digerin û balê dikşînin.
Ji xwediyên hespan Efraîl San daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew her sal beriya derkevin zozanê hespan rastî çiyayên Munzurê dikin.
San diyar kir, hesp li çolê baştir têr dibin û xurt dibin û wiha dewam kir, "Em hespên xwe zivistanê di tewleyan da xwedî dikin û ji ber ku herî zêde em kayê didin wan, hesp jar dibin. Em jî derbiharê hespan berdidin zozanan. Him bi serê xwe ji xwe ra digerin, diçêrin him jî em bi vî hawî teserufa êm dikin."

Efraîl San destnîşan kir em di meha hezîranê ya ewil da hespan tînin û pê dertên zozanê û wiha dewam kir:
"Hesp ji bo me zozaniyan pir girîng e. Ne pêkan e ku meriv bi wesayîtê biçe her derê çiyayên Munzurê. Ji ber vê yekê em zozanî serê malê 2 an jî 3 hespan xwedî dikin. Dema em dertên zozanê em arê xwe, cî û nivînê xwe û konê xwe li ser piştan hespan dikin û dertên. Havînê jî em penêrê pez pê tînin gund û difroşin."