Önder Beyter
23 Gulan 2019•Rojanekirin: 27 Gulan 2019
Fîlma bi navê "Sînor" ku Ali Abbasi bi rê va dibe û Eva Melander, Eero Milonoff, Jorgen Thorsson û Ann Petren tê da rol wergirtine, derket pêşiya temaşevanan.
Fîlma ku bi hevkariya Swêd û Danîmarkayê hatiye çêkirin, li ser çîroka jineke bi navê "Tina" xwar dibe.
"Aladdin"
Fîlma "Aladdin" ku derhênerê wê Guy Ritchie ye, qala çîroka ku herkes pê beled e ya Prenses Jasmine a bicesaret û bibiryar, Aladdin û Cinê şêrîn ku mifteya siberoja wan e, dike.
Filma ku senaryoya wê bi destê John August û derhêner Guy Ritchie hat nivîsîn, li Studyoyên Disneyê hat kişandin û xwe dispêre çîroka Eladîn a ku li ser asta cihanê navdar e.
Di fîlma 3D da Will Smith, Mena Massoud, Naomi Scott, Billy Magnussen, Nasim Pedrad, Marwan Kenzari û Navid Negahban wekî serleheng dilîzin.
"Laneta Tarî"
"Laneta Tarî" ku derhênerê wê Justin P. Lange e, li dorbera serdaboriya du hevalên ku di piçûktiya xwe da rastî îsmismareke kirêt hatine, diçe û tê.
Di fîlma ku cureya wê tirs e da Nadia Alexander,Toby Nichols, Karl Markovics, Sarah Murphy-Dyson, Dan Beirne û Margarete Tiesel wekî serleheng dilîzin.
"Deriyê Şeytîn"
"Deriyê Şeytîn" ku derhênerê wê Aislinn Clarke e û cureya wê tirs e, qala serpêhatiyên du rahiban dike ku peywira wan, lêkolînkirina bûyerên ecêb ên ku li Îrlandayê rû dane, ye.
"Aykut Zava"
"Aykut Zava" ku senaryoya wê bi destê Cem Gelinoglu û Giray Altinok hat nivîsîn û derhênerê wê jî Onur Bilgetay e, behsa mirovekî bêkes ê ku dixwaze malbateke wî jî hebe dike ku ev mirov di carekî da xwe li cem du malbatên ji hevdu cuda dibîne.
Di fîlmê da herwiha Cem Gelinoglu, Melis Babadag, Ege Kokenli, Mufit Kayacan, Lale Başar û Ali Erkazan dilîzin.
"Kaşifên Ecemî"
"Kaşifên Ecemî" ku vê hefteyê tekane fîlma karton e, wer diyar e ku zarok dê jê hez bikin. Di kişandina fîlmê da Pierre Greco û Nancy Florence Savard bi hev ra peywira derhêneriyê bi cih anîn.
Guillaume Lemay, Sylvie Moreau, Rachid Badouri û Stephane Crete dengê xwe dan fîlma ku ji aliyê Kanadayê va hat çêkirin.