Jiyan

Rawestgeha hezkiriyên xwezayê: "Gola Xizir"

Li Ovacika navçeya Tunceliyê, Gola Xizir ku raqima wê 3 hezar û 377 e û li Çiyayên Munzurê ye, bi bedewiya xwe ya bêhempa havînê dibe rawestgeha xwezahezan.

Önder Beyter  | 13.08.2020 - Rojanekırın : 15.08.2020
Rawestgeha hezkiriyên xwezayê: "Gola Xizir"

Tunceli

 Li Ovacika navçeya Tunceliyê, Gola Xizir ku raqima wê 3 hezar û 377 e û li Çiyayên Munzurê ye, bi bedewiya xwe ya bêhempa havînê dibe rawestgeha xwezahezan.

Navçeya Ovacikê ku raqima wê 1500 e û Parqa Neteweyî ya Geliyê Munzurê, Çavkaniyên Munzurê, Geliyê Mercanê, Sûlavên Nerganuyê, Çemê Heramî û Golên Hêstiran lê ne, bi xwezaya xwe ya çavpêneketî, nebatên nadir û zozanên xwe yên hêşîn va bala ziyaretvanan dikişîne.

Gola Xizir û dewrûbera wê ku li navçeyê li Çiyayê Munzurê ye, nexasim bihar û havînê bi çêreya kesk û bi dîmena xwe ya hêşîn va hezkiriyên xwezayê yên ji navçe û parêzgehên cîran cezb dike.

Yên ku dixwazin biçin û Gola Xizir bibînin, divê di nava Çiyayên Munzurê da bi qasî 4 saetan bimeşin û xwe biêşînin.

Xwezahezên ku dertên Zozanê Xizir û diçin ser gola cemedê, têra xwe wêneyan dikişînin, pîknîkê dikin û her wiha bi kêfxweşî wextê xwe derbas dikin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın