Mehmet Niyazi Deniz
22 Sibat 2025•Rojanekirin: 25 Sibat 2025
Li Şêrwana navçeya Sêrtê kesên ku ji ber berfê mehsûr mabûn hatin xilaskirin.
Li gor daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr li gundê Yedîpakiyê ji ber berfa zêde rê hat girtin û 5 wesayît di rê da asê man.
Li ser îxbarê ekîb şandin herêmê û piştî vekirina rê wesayît gihaştin herêmên ewledar.
- Ekîbên paqijkirina berfê rêya ambulansê vekir
Eqrebayên Selahattîn Dekakê 60 salî yê ku li mezraya Uzunkavakê ya gundê Narliyurta li ser navçeya Bayqanê nexweş ket ji Navenda Bangewaziyê ya Acîl a 112an alîkarî xwest.
Ambulans nekarî biçe mezraya rêya wê hatibû girtin û ekîbên paqijkirina berfê yên sewqî herêmê kirin rê vekirin.
Ekîbên tenduristiyê Dekak gihandin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayqanê.