Jiyan

Li Şanliurfayê Newroz hat pîrozkirin

Müslüm Etgü  | 22.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Li Şanliurfayê Newroz hat pîrozkirin Müslüm Etgü

Şanlıurfa

Li Şanliurfayê çalakiya pîrozkirina Newrozê hat lidarxistin.

Newroz li Navenda Civandinê ya Abîdeyê hat pîrozkirin. Beriya çalakiyê ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr li derdora navendê tevdîrên ewlehiyê hildan.

Beşdar beriya ku derbasî navendê bibin, polêsan ew kontrol kirin.

Parlamenterê Şanliurfayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar di çalakiyê da axivî û diyar kir ku Şanliurfa navenda şaxvedanê ya bereket, bawerî, aştî û demokrasiyê ye.

Sancar spasiya beşdaran kir.

Beşdaran li ber stranên Kurdî govend gerand.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.