Sevim Hatun
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê wê baran bibare.
Li gor agahiya ku ji 12yemîn Herêma Midûriyeta Meteorolojiyê hat sitandin, li herêmê hewa ewrawî û sayî ye. Tê texmînkirin ku danê nîvroyê li derdora Erdexan, Qers, Erzirom, Agirî û Îdirê baranê bibare.
Germahiya hewayê herî kêm li Qersê 10, li Agiriyê 11, li Erdexan û Erziromê 13, li Erzinganê 14, li Tunceliyê 18 û Îdirê 24 pile tê pêşbînîkirin.
Herî zêde germahiya hewayê li Tunceliyê 37, li Îdirê 35, li Erzinganê 34, li Agiriyê 31, li Erzirom û Qersê 28, li Erdexanê 25 pile tê pêşbînîkirin.