Nihat Kavşut
29 Hezîran 2017•Rojanekirin: 02 Tîrmeh 2017
IGDIR
Li Aralika navçeya Îdirê kundê birîndar yê ku gundiyan li çolê dîtin tê dermankirin.
Li Yukari Çamurluya gundê Aralikê gundiyan li çolê kundek dîtin û xeberê dan Midûriyeta Karên Av û Daristanê.

Xebatkarên Midûriyeta Karên Av û Daristanê hatin gund û kundê birîndar birin.
Kund bi destê beytar hat dermankirin û piştî baş bû wê berdin çolê.

Mete Turkogluyê Midûrê Şaxa Îdirê ya Karên Av û Daristanê destnîşan kir gundiyan teyrê li çolê dîtine.
Turkoglu destnîşan kir niha tê dermankirin û got piştî 2 heftan em ê berdin çolê.