Sevim Hatun
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
GAZÎANTEP/HALEP
Zarokên sûriyeyî yên li Cerablusa ser Helebê ku Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) bi alîkariya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ji DEAŞa rêxistina terorê paqij kir, piştî çend salan bi azadî cejn pîroz kirin.
Li Cerablusa ku ji terorê hat paqijkirin piştî çendîn sal şûnda cejna remezanê bi kêf û coş hat pîrozkirin.
Zarokên ji Sûriyeyê cil û bergên eydanê xwe li xwe kirin û li malên navçeyê geriyan, yeko yeko li deriyan dan, cejna mezinan bimbarek kirin û şekir kom kirin.
Zarokên ku bi cil û bergên xwe yên reng bi reng kuçe û taxên Cerablusê xemilandin, bi kêfa cejneke azad leyîstin, kilam gotin û kêfa eydê kirin.
Ji zarokan Esma Xelefa 10 salî ji nûçegihanê AAyê re got ku ew demeke dirêj e hêviya eydê ne; ji ber bûyerên terorê û şer me di cejnên berê de nikaribû em bigerin û kêfa eydê bikin.
Raaf Ebbudê 9 salî ku tevî malbata xwe ji Helebê hat Cerablusê got ku li vir eyd pir xweş derbas bûye, pir bextewar e.