Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Sidar Can Eren,Muhammet Mutaf
15 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Tunceliyê sir û seqem çêbû.
Li Erziromê germa hewayê li gor demsalê zêdetir sar e, barana gur dibare, mij û dûman çêdibe.
Li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê qalindahiya berfê 18 santêm, li Navenda Xweşiqitandinê ya Konakliyê jî 10 santêm hat pîvan.
- Qers
Li Qersê ji ber mij û dûmanê mesafeya dîtinê heta 5 mêtroyan kêm bû.
Şofêran bi zehmetî wesayîtên xwe ajotin.
Polêsan ji cihên ku xwendekar zêde tên û diçin hişyarî dan şofêran da ku baldar bin.
Ekîbên şaredariyê qeşaya li ser rêyan paqij kirin.
Navçeya Sariqamîşê û otelên li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê di nav mij û dûmanê da man.
- Erdexan
Li Erdexanê jî germahiya hewayê bi şev di binê sifirê da 5 pile hat pîvan.
Li bajêr ji ber sir û sermayê li ser rê û peyarêyan qeşa çêbû.
- Tuncelî
Li Tunceliyê jî barana ku şev dest pê kir li navçeyên Ovacix û Pulumurê cihê xwe ji berfê ra hîşt.
Li deverên bilind berf barî, qalindahiya berfê hin cihan gihîşt 20 santêman.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 86emîn a Rêbejayê li ser rêya Ovacix-Xozatê û taxa Pulumur Cankurtaranê berf paqij kirin.