Okan Coşkun
14 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2022
Maskotê Baxçeyê Ajalan ê Gazîentabê şempanze "Can" pir ji lîstina bi ziyaretvanan ra hez dike.
"Can"ê ku di "Girava Şempanzeyê" da dijî ya ku li ser 1,5 donimî li Baxçeyê Ajalan ê Gazîentabê da hat verastkirin û beşên wê yên cuda yên havîn û zivistanê hene, yek ji wan heywanan e ku ziyaretvan herî zêde wextê xwe li cem derbas dikin
Şempanze "Can" ji hêla peywirarên baxçeyê ajalan pir bi ihtimam tê xwedîkirin.

Serokê Daîreya Parastina Jiyana Xwezayî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Gazîentabê Celal Ozsoyler ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, "Can"ê ku piştî bûyînê, ji hêla maka xwe hat terikandin bi destê peywirdarên xwedîkirinê hat mezinkirin.
Ozsoyler bal kişand ku "Can" pir şirîn e û wiha axivî:
"Can 5 sal berê bi sezaryenê hat dinyayê. Em bi şîrê taybet xwedî dikin. Her wiha me mamayên bimîneral danê. Niha dê bibe 6 salî. Me mîna maka xwe dibîne. Ji ber ku maka wê cara ewil zabû, lê nenihêrîbû, niha maka wê cara duduyan za. Em ê wî û şempanzeyê nûbûyî bigihînin hev û bi vî awayî em ê wan tevda bikin malbatekê. Dê digel hev bi malbatî bijîn."
Ozsoyler her wisa got ku "Can" gava ji qefesê derdikeve pir kêşxweş dibe û wiha got, "Can diçe cem hemû ziyaretvanan. Ji lîstinê pir hez dike. Em demên diyar derdixin derva û didin gerandin. Gava derdikeve digel ziyaretvanan digere û dixwaze bi wan ra bigere."
Ozsoyler qala 14ê Berfanbarê Roja Meymûnan a Dinyayê kir û wiha got, "Em 14ê Berfanbarê Roja Meymûnan a Dinyayê pîroz dikin."