Günay Nuh
14 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Li Erdexana ku sir û seqema wê pir e, zarokan digel ku qiraviyê avêtiye erdê û mij ketiye, derketin û fitbol leyîst.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 8 pile hat pîvan, serê sibehê mij ket.
Digel mij û sir û sermayê zarok di Stadyuma Bajêr da hatin cem hev û li ser erdê qiravîgirtî fitbol leyîstin.
Zarokên ku bi forma û şortên xwe dan dû gogê, di sir û seqemê da milmilane kirin.
Ji zarokan Furkan Akil diyar kir, ew elimîne sermayê û wiha got, "Sar e lê werzişvan divê necemide. Ji ber ku tesîrê li me nake em îro hatin û me roja xwe bi fitbolê derbas kir."