Muhammet Mutaf,Günay Nuh,Cüneyt Çelik
14 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2022
Li Erzirom, Erdexan û Qersê sir û serma û qerm tesîra neyînî li jiyanê dike.
Li Erziromê berfa ku duh bibandor bû, vegerand sir û seqemê.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 3 pile hat pîvan, serê sibehê rê û peyarê qerimîn.
Li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê stûriya berfê 18 santîmetre, li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê jî 5 santîmetre hat pîvan.
- Erdexan
Li Erdexanê berfa ku duh bibandor bû, îro vegerand sir û seqemê.
Li bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 8 pile hat pîvan, rê û peyarê qerimîn.
Her wisa camên wesayît, mal û kargehan cemed girt.
- Qers
Li Qersê berf û mija ku xwe nîşan da, tesîreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajêr berfa ku sê roj e bi navber dibare, bajar çîl û spî kir. Ekîbên Şaredariya Qersê li ser rê û peyarêyan berf verotin û avêtin.
Ji ber mija zêde jî mesafeya dîtinê kêm bû û ajokaran zehmetî kişand. Ji berhemên dîrokî yên li bajêr ên di bin mijê da dîmenên xweşik derketin holê.