Fevzi Kemal Karagöz
13 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2022
20 xwendekarên ku li taxên çolwar ên li Oguzeliya navçeya Gazîentabê perwerdeyê dibînin cara ewil li balafirê siwar bûn.
Di çarçoveya "Projeya Zarokên Dilşa" a ku ji hêla Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Navçeyê û Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî ya Oguzeliyê va hat tetbîqkirin da 20 xwendekarên dibistana navîn ên ku li taxên çolwar perwerdeyê dibînin anîn Balafirgeha Gazîentabê.

Xwendekar li balafirgehê geriyan û kuleya trafîka asîman ziyaret kirin û paşê li balafirgehê siwar bûn.
Qaymeqama Oguzeliyê Buşra Uçarê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku xwendekarên ku berê hîç balafirgeh nedîtine anîn Balafirgeha Gazîentabê, şahiya di çavên zarokan da dîtin.
Burhan Yukselê Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Oguzeliyê jî spasiya Qaymeqam Uçara ku proje bi cî anî kir.

Yuksel got ev proje ji bo zarokan tecrubeyeke gelekî xweş e û dixwazin ku di çarçoveya projeyê da xwe bigihînin 2 hezar xwendekarî."
Ji xwendekaran Sefa Merve Dokurê got ku cara ewil li balafirê siwar bû û ji ber vê jî gelekî kêfxweş e.