İbrahim Atmaca
22 Adar 2021•Rojanekirin: 23 Adar 2021
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê şilope û berf tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê demek e şilope û berf dibare û wê bi navber dewam bike.
Li gor texmînê li Qers û Erdexanê şilope, li deverên bilind berf, li cihên din jî bi navber baran, şilope û berf wê bibare.
Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor şert û mercên demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Îdirê 12, li Tunceliyê 6, li Erzincanê 5, li Erzirom û Agiriyê 2, li Qersê pileyek û li Erdexanê di binê sifirê da pileyek hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde jî li Îdirê 19, li Tunceliyê 17, li Erzincanê 15, li Erzirom, Qers û Agiriyê 10, li Erdexanê 7 pile tê payîn.
Ji navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 139, li Sarîqamişê 105 û li Konakliyê 100 santêm hat pîvan.
Ji ber ku li herêmê qeşa, cemed, mij û xumam tê payîn û li ber pal û berpalan talûkeya şepeyê heye, divê welatî baldar û bitevdîr bin.