Türkan Tosun
22 Adar 2021•Rojanekirin: 30 Adar 2021
Germavên li Diyadîna navçeya Agiriyê yek ji wan navendên turîzmê yên herî girîng ên Herêma Rojhilatê Anadoluyê ye ku her demsal mazuwaniya turîstên herêmî û biyanî dike.
Germavên 10 kîlometre dûrî navenda navçeya Diyadînê ne li ser qadeke 48 kîlometrekareyî ya jeotermal xizmetê dide.
Bi çêkirina tesîsên çavkaniyên jeotermal va hejmara germavan zêde bûye û yek ji navendeke sereke ya turîzma jeotermal a herêmê derdikeve pêş.
Germavên li herêmê sal 12 meh xizmetê didin welatiyên ji bo pirsgirikên tenduristiyê yên wekî çerm û romatîzmayê şifayê digerin.
- Hewzên servekirî di dermayê da jî eleqeyê dibîne
Hewzên havînê ji welatiyan ra dibin şifa, di 6 mehên zivistanê yên sar û berfê da jî mazuwaniya wan dikin.
Kargerê germavê Mahmut Ozden ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand bi piştgiriya dewletê di salên dawîn da wan tesîsa xwe firehtir kiriye û wiha axivî: "Germavên me yên jora wê ode, binê wê hewz wek malê hene. Tesîsa me pir baş e û em hewl didin xizmetên baştir bikin. Ji Amerîkayê qefleyeke turîstan hat û di vê sermayê da ketin hewz, pir jî kêfxweş bûn. Ji bo xizmeteke baştir divê em veberhênanan bikin. Ava germavê bedenê rehet dike û şifa ye. Ji bo nexweşiyên ba, piştêşê, damar û çêrm pir baş e."
Fatîh Koçê ji Wanê hatiye jî got ew her demsal tên ku bikevin germavê.
Abdullah Ari jî anî ziman ew ji Wanê hatiye û wiha dewam kir: "Qasî salekê ye ez hema bibêje her hefte têm germavê. Feydeya wê zêde ye, avê wê xweş e."