Önder Beyter
19 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2021
Hat ragihandin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê dê bidome.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê pir ewrayî be û her wisa binavber berf dê bibare.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba dê ji başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim di bin sifirê da li Qers û Erdexanê 12, li Erziromê 11, li Erzinganê 8, li Agiriyê 7 û li Îdirê jî pileyek hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 2, di bin sifirê da li Erzinganê 1, li Agiriyê 3, li Qersê 4, li Erdexanê 5 û li Erziromê jî 6 pile be.
Li navendên kaşûnê sitûriya berfê li Palandokenê 93, li Sariqamîşê 63 û li Konakliyê jî 55 santîmetre hat pîvan.
Ji ber ku li temamiya herêmê hişkî û cemed dê çêbe, her wiha li ciyên kendal û berpal xetereya şepeyê heye, hişyarî hat dayîn ku welatî û karbidest bi tedbîr bin.