İbrahim Atmaca
26 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 26 Berfanbar 2017
ERZURUM/ARDAHAN
Li Rojhilata Anadoluyê germa hewayê wê li gor germa demsalê zêdetir be.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat hildan, îro li giştiyê herêmê hewa wê ewrsayî û sayî derbas bibe.
Li herêmê germ li gor demsalê zêde ye.
Li herêmê germa hewayê ya herî kêm bi şev di bin sifrê da li Erzincanê 3, li Îdirê pileyek, li Erziromê 8, li Agiriyê 7, li Erdexanê 4, li Qersê 5 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê germa hewayê wê herî zêde li Îdirê 13, li Erzincanê 9, li Agiriyê 6, li Erzirom û Qersê 3, li Erdexanê jî 2 pile be.
Li ser çil û çiyayê Erdexanê bager û tepiyê çûyîn û hatin astengkirin.
Rayedaran hişyarî da şofêran ku li di rê û dirbên cihê bilind da berf û pûk heye û rê cemed jî digrin.