01 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2015
ERZURUM
Li bajarên rojhilatê Anadoluyê berfa ku duh bi şev dest pê kir, jiyan kir bin tesîra xwe.
Duh bi şev tevî navenda bajarên herêmê Erzirom, Qers û Erdexanê, li Uzumluya navçeya Erzincanê, ciyên bilind ên Tûnceliyê, navçeya Xozat, Pilumur û Ovacixê berf barî û hê jî dewam dike. Li navenda bajarê Erdexan, Agirî û Qersê 4, li Erziromê jî 3 santîm qalindahiya berfê hat pîvan.
Berfa ku li ser jiyana bajêr tesîra xwe çêkir, li dervayê bajêr jî bêtir barî û ji ber berfê rêya gundan hat girtin.
Ji ber berfê li Erziromê rêya 40 taxî, li Erdexanê jî rêya 14 gundan xitimî. Ji bo vekirina rêya tax û gundan ekîbên Şaredariya Mezin a Erziromê û yên Rêveberiya Taybet a Bajarê Erdexanê dest bi xebatê kirin.
Li herêma ku rêbejayên girtî tunene, ekîbên rêbejayê ajovan hişyar kirin da ku lastîkên zivistanê biemilînin û taqoz, zincîr û halatê kişandinê bixin hundirê wesayîtên xwe.