Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînê ya Meteorolojiyê hatin hildan, ji ber hilmegura nizm a ku ji hêla Îzlandayê hat li herêmê hewa bi ewr e û wisa tê texmînkirin ji danê serê sibê pê ve li Ezircan û derdorê wê, di saetên nîvro de li Erzirom û derdora wê, piştî nîvro jî li Qers, Erdexan, Agirî û rojavaya Îdirê dê berf bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Wanê sifir, li Îdirê 2, li Erdexanê di bin sifirê de 9, li Agiriyê di bin sifirê de 6, li Qersê di bin sifirê de 5, li Erziromê di bin sifirê de 4, li Bidlîsê di bin sifirê de 3, li Erzîncan, Hekkarî û Mûşê di bin sifirê de 1 pile hat pîvandin.
Nava rojê germahiya herî zêde li Erzîncanê û Îdirê 5, li Wanê 3, li Hekkariyê 2, li Bedlîsê 1, li Erdexan û Agiriyê di bin sifirê de 2, li Erzirom, Mûş û Qersê 1 pile hat pîvandin.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 16, li Qers û Agiriyê 10, li Erziromê 7, li Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 33, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 32, Cibiltepeya Navenda xeşiqitandinê ya ku li Sarîqamîşa navçeya Qersê ye 45, li Çiyayê Kopê 18 santêm hat pîvandin.
Rayedarên Meteorolojiyê hişyar kir ku li giştiyê herêmê ji ber barîna berfê cemed, mij û duman dê çêbibe.