28 Mijdar 2016•Rojanekirin: 30 Mijdar 2016
ERZURUM
Li herêma rojhilatê Anadoluyê kêmtirîn pileya germahiyê, jêr sifirê 21 pile li Erdexanê hat pîvan.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê pêşbînîkirin ku li herêmê hewa kêmwer û sazî derbas be.
Herwiha li gorî texmînan, li herêmê di pileya germahiyê da guhertineke mezin dê çênebe û ba jî dê ji hêla başûr û rojavayê başûr di asteke navîn da were.
Li herêmê kêmtirîn pileya germahiyê, jêr sifirê 21 pile li Erdexanê, 15 pile li Qersê, 12 pile li Agiriyê, 9 pile li Erziromê, 7 pile li Îdirê û 6 pile li Erzinganê hat pîvan.
Herwisa tê pêşbînîkirin ku bilindtirîn pileya germahiyê li Erzinganê 8, li Îdirê 6, li Agiriyê 5, li Erziromê 4, li Qersê 2 û li Erdexanê jî jêr sifirê 6 pile be.
Qalindahiya berfê li Erdexanê 7 û li Qersê jî santîmêtroyek hat pîvan.
Ji hêla din, hat ragihandin ku bi şev û ber destê sibê cemed û seqemê çêbe û ji ber hindê welatî, ajovan û kesên eleqedar divê baldar û bi tevdîr bin.