01 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2016
MALATYA
Li derdora Tûncelî û Bîngolê berf, li Meletî û Elezîzê jî şilope herwiha li cih û deverên bilind ên herêmê wê berf bibare.
Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li giştiyê herêmê wê hewa bi ewr be, piştî nîvroyê wê li Adiyamanê barana gurr, li Meletî û Elezîzê şilopê, li cih û deverên bilind berf, li derdora Tûncelî û Bîngolê jî wê berf bibare.
Herwiha li gorî texmînan, li herêmê di pileya germahiyê da guhertineke mezin dê çênebe û ba jî dê ji hêla başûr û rojavayê başûr di asteke navîn da were. Ji hêla din, hat ragihandin ku bi şev û ber destê sibê cemed û seqemê çêbe û ji ber hindê welatî, ajovan û kesên eleqedar divê baldar û bi tevdîr bin.