Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê de bi 7 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin bidestxistin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye û tê texmînkirin ku hewa wê ewrsayî û ewrayî be. Tê gotin ku li Erzircan û derûdora wê piştî nîvro baranê bibare û ber bi êvarê jî şilopeyê bibare. Her wiha li Erzirom û başûrê wê jî berf dê bibare.
Bi şev li giştiyê herêmê dibe ku cemed û mij hebe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Ezircanê pileyek, li Mûş û Agiriyê sifir, li Hekarî, Bilîs û Îdirê di bin sifirê da pileyek, li Wan û Erziromê di bin sifirê de 3 pile, li Qersê di bin sifirê de 5 pile, li Erdexanê jî di bin sifirê da 7 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erdexan, Qers, Erzirom û Mûşê 3, li Agirî û Bidlîsê 4, Îdir, Ezircanê, Wan û Hekariyê 7 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Erdexanê 2, li Erzirom, Qers û Agiriyê santêmek, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 32, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 33, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 32, li Çiyayê Kopê 15 santêm hat pîvandin.
Rayedaran hişyarî dan gel.