ŞANLIURFA
Zarokên penaber yên kurdên Kobanêyê, tirsa şer û belengaziyê li parka zarokan bi lîstikan ve ji bîr dikin.
200 hezar malbat ên ku ji ber şer ji Kobanê xwe spartin Tirkiyeyê li Sirûca navçeya Şanliurfayê dijîn. Hinek ji wan di konan de, hinek ji wan dibistanan de û hinek ji wan jî di konên li baxçeyê qereqola kevn hatine vegirtin de dimînin.
Jê 600 zarok bi giştî hezar û 100 kes li baxçeyê qereqolê di konan de dimînin. Zarokên ku temenê wan di navbera 6 û 15an de ne di parka zarokan a li bexçeyê qereqolê de dileyîzin. Zarok ji bo ku di hêlekanê de xwe bihejînin an di parkê de kêfa xwe derxin dikevin pêşbaziyê. Ji bo demekî be jî ev pêşbazî û kelecana wan şer ji wan dide jibîrkirin.
"Di kampa nû de her tişt heye"
Qaymeqamê Sirûcê Abdullah Çîftçî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku saziyên kamûyê û lijneyên civakî yên sîvîl piştgiriyê didin pênaberan û alîkariyê ji wan re dişînin.
Çîftçî daxuyand piştî ku kampa nû hat temamkirin penaber wê bikişin kampa nû û wê li wir bijîn.
Qaymeqam Çîftçî wiha got: "Kampa nû ya ji bo rewşa zivistanê baş tê çêkirin wê herî zêde piştî mehekî temam bibe.Di kampa nû de ji navenda tenduristiyê bigre heta dibistanê, ji cihê werzîşê bigre sînemayê her tişt heye. Ji bo ku zarok bileyizîn jî parkên zarokan wê hebe."